Îran perdê ji ser mûşekeke zîrek radike

Bi amadebûna Wezîrê Bergîriyê yê Îranê Emîd Emîr Hamidî, Îranê îro mûşekeke nû ya zîrek aşkere kir, ku ji sedî sed li wî welatî hatiye çêkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi amadebûna Wezîrê Bergîriyê yê Îranê Emîd Emîr Hamidî, Îranê îro mûşekeke nû ya zîrek aşkere kir, ku ji sedî sed li wî welatî hatiye çêkirin.

Navê mûşeka zîrek a Îranê “Fatih Mubîn” e, ji koma mûşekên zemînî û deryayî ye û seriyekî pêşketî ya gelekî zîrek hildigire.  

Proseya ezmûnkirina mûşeka “Fatih Mubin” bi serkeftin ji aliyê pisporên Îranî li dezgeha pêşesaziyê ya Wezareta Bergîriyê hate encamdan û kete qonaxa berhemanînê.

Ev mûşek dikare bi şev, roj û rewşên keşûhewayê yên cuda û dema êrîşên şerê eliktironî de li ser zemînê û di deryayê de bê bikaranîn û dikare xwe ji radaran jî rizgar bike.

Ketina vê mûşekê di qonaxa berhemanînê de, dê roleke girîng di karînên Îranê yên berevaniyê de bibîne. Bi taybet piştî vekişîna Amerîka ji rêkeftina atomî ya bi Îranê re û sepandina sizayan li ser wî welatî.

Berpirsên pilebilind ên Taranê ev çendîn car in gefa wê yekê dikin, ku tengava Hurmizê li ber çûnûhatina bazirganiya navdewletî bigirin, heger Amerîka astengiyan li ber firotina petrola Îranê çêbike.

Aşkerekirina vê mûşekê di demekê de ye, Supaya Pasdaran a Îranê li nav ava Kendavê û nêzîkî tengava Hurmizê, amadekariya her egereke rûbirûbûna leşkerî dike û berî çend rojan manoreke leşkerî li navçeyê encam da.

Girêdayî mijarê, Fermandarê Fermandeya Navendî ya Artêşa Amerîka General Joseph Votel ragihand, Îran dixwaze bi riya wê manorê peyamekê rastî Amerîka bike, lê Artêşa Amerîka ji bo parastina tevgera deryavanî li nav tengava Hurmizê di amadebaşiyê de ye.

 

S. B