Ebadî ji helwesta xwe ya li hember sizayên li ser Îranê poşman dibe

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî tekez kir, Iraq pabendî sizayên Amerîka yên li ser Îranê nabe û got: “Hin welat tenê berjewendiyên xwe dixwazin û girîngiyê nadin berjewendiyên welatên din.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî tekez kir, Iraq pabendî sizayên Amerîka yên li ser Îranê nabe û got: “Hin welat tenê berjewendiyên xwe dixwazin û girîngiyê nadin berjewendiyên welatên din.”

Berûvajî helwesta hefteya bûrî, Serokwezîrê Iraqê di konferansekî rojnamevanî de got: “Pabendbûna me bi sizayên Amerîka li ser Îranê tenê danûstandina bi Dolar e, ne ku pabendbûn bi sizayên Amerîka li dijî Îranê ye.”

Heyder Ebadî hefteya bûrî gotibû, derbarê sepandina sizayan li ser Îranê ew ne ligel Amerîka ne, lê ewê pabendî wan sizayan bibin, vê yekê jî gelek rexne ji aliyê Îranê û Iraqiyên ku hevpeymanê Îranê ne li Heyder Ebadî bêne girtin.

Heyder Ebadî di dirêjahiya axaftina xwe de got, ew sizayên li ser Îranê hatine sepandin ne navdewletî ne, tenê ji aliyê Amerîka ve ye.

Serokwezîrê Iraqê tekezî li wê yekê jî kir, “Ti kes nikare pêwendiyên di navbera Iraq û Îranê de têk bide.”

 

S. B