Bo dosyên ewlehî û aboriyê Ebadî serdana Tirkiye

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi serokatiya şandeke hikûmî ber bi Tirkiyê birê ket û biryar e ligel berpirsên bilind ên wî welatî çendîn pirsan guftûgo bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi serokatiya şandeke hikûmî ber bi Tirkiyê birê ket û biryar e ligel berpirsên bilind ên wî welatî çendîn pirsan guftûgo bike.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê armancên sereke yê serdana Heyder Ebadî aşkere kir û got: “Bo başkirina pêwendiyên her du aliyan û dosyeyên girêdayî bi kehrebe, av, tenduristî, pêşesazî, webirhênan û ewlehiyê ye.”

Îro jî Heyder Ebadî di konferanseke rojnamevanî de got: “Li Tirkiyê gutûgoyê li ser dosyeyên ewlehiya hevbeş, webirhênan, bazirganî û aboriyê dikin.”

Herwiha got: “Iraq xwedî karînên mezin e û dixwazin pêwendiyên me bi welatên cîran re ji bo berjewendiya gelê me be.”

Serdana Serokwezîrê Iraq di demekê de ye, pêwendiyên di navbera Enqere û Washingtonê di rewşeke aloz re derbas dibe û Lîreya Tirkî li hember Dolar gihîştiye nizimtirî asta xwe.

Herwiha ji ber girtina avê û avakirina bendavên mezin li Tirkiyê, pirsgirêka avê li Iraqê çê bûye.

 

S. B