Siûdiye hejmara heciyên îsal eşkere kir

Li gorî rojnameya El-Şerq El-Ewset, piraniya heciyên îsal, xelkê welatên Endenûsya, Pakistan, Hindistan, Bengiladiş, Tirkiye û Îran in.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Parêzgarê Herêma Mekkê şazade Xalid El-Fêsel, hejmara heciyên îsal ragihand û li gorî datayên parêzgar, yek milyon û 521 hezar û 918 hecî ji bo bicîkirina merasîmên hecê, wê serdana Mekkê bikin.

Li gorî rojnameya El-Şerq El-Ewset, piraniya heciyên îsal, xelkê welatên Endenûsya, Pakistan, Hindistan, Bengiladiş, Tirkiye û Îran in.

Şazadeyê Siûdiyê diyar kir, ku ji bo veguhestina heciyan û alîkariya wan, îsal teknelojyayek serdemyane hatiye bikarxistin.

Salane ji bo bicîkirina ferîzeya hecê, bi milyonan Misilman ji tevahiya cîhanê, serdana Mekkê dikin û biryar e, li welatên Misilman roja 21ê vê mehê, yekem roja cejna Qurbanê be.

N.O