Hikûmeta Sûryê 100 Milyon Dolarên Siûdiyê red dike

Sûryê alîkariya Siûdiyê bi 100 Milyon Dolar ji bo Hevpeymaniya Navdewletî red kir û got: Ew yek hevrikî ye ji biryarên Encûmena Ewlekariya Navdewletî re, ku derbarê Sûryê hatine stendin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Hikûmeta Sûryê alîkariya Siûdiyê bi 100 Milyon Dolar ji bo Hevpeymaniya Navdewletî red kir û got: Ew yek hevrikî ye ji biryarên Encûmena Ewlekariya Navdewletî re, ku derbarê Sûryê hatine stendin.

Jêderekî ji Wezareta Derve ya Sûryê ji ajansa fermî ya welatê xwe re ragihand, ku dayina wan pereyan ji aliyê Siûdiyê ve, karekî nerewa ye û û hevrikiyê bi biryarên navdewletî re dike.

Wî jêderî daxwaz ji welatên endam di Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê de kir, ku xwe ji wê Hevpeymaniyê bikişînin, ji ber ku bi gotina wî: Ew Hevpeymanî tenê xizmeta terorîstan dike û aştiya cîhanê dixe metirsiyê de.

Heman jêderî diyar kir, ku Hevpeymanya Navdewletî bi hezaran welatiyên sivîl li Sûryê kuştiye û bi dehên caran êrîşî baregehên Artêşa Sûryê kiriye û jêrxaneya Sûryê wêran kiriye.

Duh Şahnişîna Siûdiyê ragihand, ku bi armanca rêgirtin li vegera DAIŞê ji bo Sûryê û vegerandina penaber û meşextan, Hikûmeta Siûdiyê 100 Milyon Dolar wek alîkarî pêşkêşî Hevpeymaniya Navdewletî kiriye.

N.O