Trump: Di çend salên dahatî de Serokwezîrê Israîl bi navê Mihemed dibe

Trump: Dixwazim piroseya aştiyê li Rojhilata Navîn pêşve bibim. Ez pêbendî vê yekê me, ger Hikûmeta min nikaribe aştiyê berqerar bike, wê ti Hikûmetên Amerîkî di pêşerojê di nikaribin vê pirsê çare bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serokê Amerîka Donald Trump, ragihand heger kêşeya Filestîn û Isarîl di dewleteke hevgirtî de ji herdu netewan re çare bibe, wê di nava çend salên dahatî de, wê kesên bi navên Mihemed jî bibin serokwezîrên Israîl.

Li gorî kenala (10)an a Israîlî, ev daxuyaniya Trump di civîna wî de bû li gel şahê Urdinê, ku di 25ê Hizêrana derbasbûyî de, li Washingtonê hatibû lidarxistin.

Ji aliyê xwe ve, şahê Urdinê (Şah Ebdella yê Diwem), ji wezîrê derve yê Firensa (Jean-Yves Le Drian) re behsa daxuyaniya Trump kir û piştre hin dîplomatkarên Firensî ku di civîna Şahê Urdinê û Wezîrê derve yê Firensa de amade bûn, ev zanyarî ji kenala 10an a Israîlî re eşkere kirin.

Kenala Israîlî eşkere kir, ku Şa Ebdella ji Trump re gotiye: Ji niha û pêve ciwanên Filestînî nema daxwaza dewleteke serbixwe dikin û dixwazin di çarçoveya yek dewletê de li nav Israîl bijîn, lê divê heman mafên Israîliyan ji wan re hebe û bi wekhevî bijîn, bi vî awayî formê dewleta cihûtiyê ji Israîl re namîne.

Wan jêderên Firensî diyar kirin, ku Trump ji Şahê Urdinê re gotiye: Ez dixwazim piroseya aştiyê li Rojhilata Navîn pêşve bibim. Ez pêbendî vê yekê me, ger Hikûmeta min nikaribe aştiyê berqerar bike, wê ti Hikûmetên Amerîkî di pêşerojê di nikaribin vê pirsê çare bikin.

N.O