Şandeke hevbeş ji Dewleta Yasa û Fetih serdana Herêma Kurdistan dike

Şandeke hevbeş ji Hevpeymaniya Fetih a (Hadî Amirî) û Dewleta Yasa ya (Nûrî Malikî) serdana Herêma Kurdistanê dike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Şandeke hevbeş ji Hevpeymaniya Fetih a (Hadî Amirî) û Dewleta Yasa ya (Nûrî Malikî) serdana Herêma Kurdistanê dike.

Jêderekî haydar ji medya Iraqî re ragihand, herdu Hevpeymaniyên Fetih û Dewleta Yasa komîteyek ji bo encamdana danûstendinan li gel Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê pêk anîne, daku pêşinyar û zanyariyan derbarê bername û pilanên xwe bigehînin wan du partiyên Kurdistanî û wan razî bikin ji bo bihev re mezintirîn firakisyona Perlemanî pêk bînin.

Wî jêderî eşkere kir, ku di rojên cejnê de jî, wê gotûbêjên wan li gel aliyan berdewam bin.

Di rojên derbasbûyî de jî, şandeke ji Hevpeymaniya Hêzên Sunne bi serokatiya Xemîs Xencer û endamtiya Selîm Cibûrî, Usama Nucêfî, Cemal Kerbûlî û Ehmed Ebdella, serdana Herêma Kurdistanê kir û li gel Serok Barzanî behsa pêkanîna meintirîn firakisyona Perlemanî kir.

N.O