HDP û KCD: Dewlet bi zanebûn daristanan dişewitîne

Şanda HDP û KCD didin xuyakirin, dewlet bi zanebûn daristanên Dêrsimê dişewitîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şanda HDP û KCD didin xuyakirin, dewlet bi zanebûn daristanên Dêrsimê dişewitîne.

Daristanên hin deverên Dêrsimê ev demeke dişewitin. Gundiyên deverê dan xuyakirin, şewat ji ber bombebaran û topbarana Artêşa Tirkiyê derketiye.

Parlamenterên HDPê û CHPê û gelek çalakvanên parastina jîngehê û hunermend bi armanca vemirandina şewatê çûbûn herêmê. Lê şewat li hin deveran ferehtir dibe.

Parlamentera HDPê ya Diyarbekirê Salîha Aydenîz ku tevî şanda HDP, DBP, KCDê çûbû Dêrsimê da xuyakirin, her sal erdnîgarî û daristanên Dêrsimê bi hinceta operasyonan tên şewitandin, daristan û zîndawer tên kuştin.

Da zanîn dewlet bi zanebûn daristanan dişewitîne û dixwaze li deverê tu kes nemîne.

Ji nêzîkî du hefteyan e agir bi daristanên Dêrsimê ketiye û her diçe ferehtir dibe. Gundî dibêjin heger ku agir neyê vemirandin, dê bigihê gundan jî.

 

S. B