Bolton: Putin dibêje ew bi tenê nikare Îranê ji Sûriyê derbixe

Şêwirmendê Serokê Amerîka yê Asayişa Netewî John Bolton radigihîne, Serokê Rûsyayê ji Amerîka re gotiye, ew bi tena xwe nikarin kar li ser derxistina hêzên Îranî ji Sûriyê bikin. Berjewendiyên Rûsya û Îranê li Sûriyê ne wek hev in.

K24 – Navenda Nûçeyan

John Bolton îro Orşelîmê di konferanseke rojnamevanî de got: “Putin gotiye, li Sûriyê berjewendiy Îranê ne wek yên Rûsyayê ne, her ji ber vê yekê jî ew ligel kişandina hêzên Îranî ji Sûriyê ne. Putin bi aşkere got: Ez nikarim bi tena xwe kar li ser vê yekê bikim û Îranê neçar bikim ji Sûriyê derbixim.”

Şêwirmendê Serokê Amerîka yê Asayişa Netewî  got jî: “Divê Rûsya hewlên zêde ji bo derxistina Îranê ji Sûriyê bike û ezê vê mijarê sibe ligel hevkarên xwe yên Rûsî li Cenêvê gotûbêj bikim, ku biryar e sibe ligel wan bicivim.”

Ev daxuyaniyên John Bolton piştî wê yekê tê, duhî ji ajansa “Reuters” re gotibû, ta hêzên Îranî û DAIŞ li Sûriyê ne, pêwîstî bi mana hêzên Amerîkî li wê welatî heye.

S. B