Serok Barzanî serdana Pêşmerge li rojavayê Dîcle kir

Bi mebesta halpirsîn û pîrozbahiya Cejnê, Serok Mesûd Barzanî serdana sengerên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li eniya Rojavayê Dîcle kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Roja Pêncşemiyê 23.08.2018 bi mebesta halpirsîn û pîrozbahiya Cejnê, Serok Mesûd Barzanî serdana sengerên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li eniya Rojavayê Dîcle kir.

Li vê serdanê da Serok Barzanî pîrozbahiya cejna qurbanê li Fermande û Pêşmergeyên wê eniyê û hemû Pêşmergeyên Kurdistanê kir. Serok Barzanî destxweşiyê li serkeftinên pêşmerge yê li şerê dijî terorîstan û şerê berevaniya li ax û niştiman kir û pesnê cangorî û qehremaniya Hêzên Pêşmerge ya li parastina kerameta ax û niştiman kir. Serok Barzanî ji bilî balkişandina bi destanên berevaniya li ax û niştiman, ragihand ku xweragirî û qehremaniya Pêşmerge bû ku dîrok ji bo gelê Kurdistanê tomar kir û bi sedema wê destana pir li şanaziyê plana nehiştina destkeftên gelê Kurdistanê rawestand.

Serok Barzanî silav ji bo şehîdên berevaniya li ax û niştiman û hemû şehîdên Kurdistanê re şand û hêviya başbûnê ji bo birîndaran xwest û ragihand ku, wan îrade û Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê parast û eve ji bo Pêşmerge serbilindî û şanazî ye.

 

 

 

C.B