Serokomarê Iraqê daxwaz ji Serokwezîrê Îraqê dike, xwestekên xelkê Besre bicîh bike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Iraqê daxwaz ji Parlemanê dike, di dem a xwe yê yasayî de bicive û daxwaz ji Serokwezîrê Îraqê dike, daxwaziyên xelkê Besre bicîh bike.
Serokomarê Iraqê Fuad Mesûm û Serokwezîrê karbirêker ê Iraqê Heyder Ebadî civiyan, û ligor daxûyaniya nivîsîngeha Serokomar, her dû aliyan behsa hewlên pêkanîna mezintirîn kutleya Parlemanê kirin e û Fuad Mesûm ragihandiye, ji bo rêzgirtin li destûr û yasayan, pêwîst e Parleman di dem a xwe ya yasayî de bicive.
Herweha her dû aliyan daxwaz kirin e ku, proseya demokrasî û îradeya dengderan bê parastin û proseya pêkanîna hikûmetê bê lez kirin.
Ji bilî wê yekê jî, Mesûm gavên bicîkirina daxwaziyên xelkê Besre digel Ebadî gengeşe kiriye û daxwaza çareserkirina pirsgirêkan kiriye.
C.B