Amerîka alîkariya Yekîtiya Ewropa ji Îranê re rexne dike

Amerîka: Divê siyaseta Yekîtiya Ewropa piştevaniya xelkê Îranê bike, heya ku mafên xwe yên rewa bidest bixe û gefên Îranê li ser navçeyê nemînin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Hikûmeta Amerîkî ragihand, ku Yekîtiya Ewropa alîkariya diravî bi Îranê re dike û ew yek bi peyameke şaş û di demeke şaş de binav kir.

Şanderê taybet ê Amerîka ji bo karûbarên Îranê (Brayn Hok) ragihand, ku ew tedbîrên Yekîtiya Ewropa ji bo alîkariya Îranê stendiye, weke şandina peyameke şaş e di demeke neguncayî de.

Brayn Hok diyar kir, ew alîkarî wê bihêlin, ku Îran bêtir daxwazên gelê xwe piştguh bike.

Hok zelal kir, ku xelkê Îranê rastî fişareke abûrî mezin bûye, ew jî ji encama gendelî û xerabiya îdareya dewletê û piştevaniya terorê ye û da zanîn, ku divê siyaseta Yekîtiya Ewropa piştevaniya xelkê Îranê bike, heya ku mafên xwe yên rewa bidest bixe û gefên Îranê li ser navçeyê nemînin.

N.O