Rûsya: Du keştiyên cengî yên Amerîkî ji bo êrîşî Sûryê bikin hatine navçeyê

Wezareta Berevaniya Rûsî: Keştiya cengî ya Amerîkî (USS The Sullivanis) gihişte Kendava Erebî û 56 mûşekên Kruz li ser pişta wê ne û keştiya mûşekavêj a Amerîkî B-1B, jî gihiştiye Qeterê daku êrîşî Sûryê bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Wezareta Berevaniya Rûsî ragihand, ku keştiya cengî ya Amerîkî (USS The Sullivanis) gihişte Kendava Erebî û 56 mûşekên Kruz li ser pişta wê ne.

Peyvdarê bi navê Wezareta Berevaniya Rûsî (Igor Konashinkov) diyar kir, ku keştiya mûşekavêj ya Amerîkî B-1B, jî gihiştiye bingeha (Udêd) ya Amerîkî li Qeterê û 24 mûşekên bibask ji corê (AGM-158 JASSM) li ser pişta wê ne.

Igor Konashinkov tekez kir, ku herdu keştiyên cengî yên Amerîkî, hatine navçeyê, daku êrîşeke mûşekî li dijî hêzên rêjîma Sûryê encam bidin.

Konashinkov got: Girûpa terorîstî ya Desteya Tehrîr El-Şam, xwe ji bo kiryarên istifzazî amade kiriye, daku rêjîma Sûryê tometbar bike, ku çekên kîmawî li dijî sivîlan li Idlibê bikar aniye.

Herwiha navhatî tekez kir, ku çekdaran xaza Klorê veguhestine bajarokê Cisir El-Şixûr li parêzgeha Idlibê, daku şanogeriyekê pê saz bikin û bêjin ku rêjîma Sûryê çekên kîmawî bikar aniye.

Bi gotina Peyvdarê Wezareta Berevaniya Rûsî: Ew pîlana çekdaran, bi hevbeşî li gel hewalgiriya Birîtanya tê encamdan, daku bihaneyê ji Amerîka, Firensa û Birîtanya re peyda bike, ku êrîşî bingeh û dezgehên abûrî yên Sûrya bikin.

Ji aliyê xwe ve Wezareta Derve ya Rûsya jî, hişyariyeke tund da Amerîka û got: Em hişariyê didin Amerîka û hevpeymanên wê, ku êrîşeke dînane li dijî Sûryê encam bidin.

Wezareta Derve ya Rûsî got jî: Welatên rojavayî, li bihaneyekê digerin, daku rêjîma Sûryê biguherin.

N.O