“Artêşa Azad” jî, ji krîza Lîreya Tirkî dilgiran e

Ligor çekdaran Lîreyê Tirkî nirxê xwe beramberî Pound a Suriye jî wenda kiriye. Rewşa wan a aborî xera bûye û dive çareyek ji vê pirsê re were peyda kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor nûçeyek Ajansa Reuters, ku ji devera Ezaz amade kirî, çekdarên “Artêşa Azad” ên hevkarên Tirkiye ji mûçeyên xwe ku ji alî Tirkiye ve bi Lîreyên Tirkî digrin dilgiran bûn e. Dibêjin: “Pereyên Tirkî nirxê xwe gelek wenda kiriye, mûçeyê me têra me nake”.

Ligor çekdaran Lîreyê Tirkî nirxê xwe beramberî Pound a Suriye jî wenda kiriye. Rewşa wan a aborî xera bûye û dive çareyek ji vê pirsê re were peyda kirin.

Hin çekdarên ku Reuters ligel wan axaftî diyar kirin e ku, baştir e mûçeyên xwe ne bi Lîreyê Tirkî, lê bi Pound a Suriye bigrin, jiber ku mûçeyên xwe liser erda Suriye bikar tînin.

 

 

C.B