YNK: Ebadî mafê biryarê liser siberoja Kerkûkê nîn e

Peyvdarê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê Sedî Ehmed Pîre, di derbarê helwesta Ebadî li ser Kerkûkê de ragihand, gef li ser Kerkûkê heye û ew hêzên ku li Kerkûkê ne, bi temamî berovajî destûra Iraqê ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê Sedî Ehmed Pîre, di derbarê helwesta Ebadî li ser Kerkûkê de ragihand, gef li ser Kerkûkê heye û ew hêzên ku li Kerkûkê ne, bi temamî berovajî destûra Iraqê ye. Tenê ji bo dirustkirina aloziyan li wî bajarî ne. Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî, nikare biryarê liser bide, ji ber ku pêwendiya wê yekê bi Destûrê ve heye.

Peyvdarê YNKê got jî, ew dê digel PDK komîteyek ji bo seredankirina Kerkûkê û yekalîkirina pirsgirêka wî bajarî pêk bîn in.

Piştî dagîrkirina Kerkûkê di 16ê Cotmeh a 2017an de ji alî Heşda Şabî û Hêzên Iraqî, bi alîkariya grûbek îxanetkar, mafên Kurdan li bajêr tên binpê kirin. Heman demê rewşa ewleyî û mîsogeriyê li Kerkûkê lawaz bû ye û ew hêzên dagîrker nikarin mîsogeriya bajêr biparêzin.

Serokwezîrê karbirêvebir ê Iraqê Heyder Ebadî ragihandibû ku, ew liser Kerkûkê ligel Kurdan bazariyan nakin(!)

 

 

C.B