Saîrûn nakokiyên bi Kurd re aşkere dike

Parlemanterekî Hevpeymaniya Saîrûn aşkere dike, nakokiyên wan ên bi Kurd re li ser Kerkûk û pirsa vegera Pêşmerge ji navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hene.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlemanterekî Hevpeymaniya Saîrûn aşkere dike, nakokiyên wan ên bi Kurd re li ser Kerkûk û pirsa vegera Pêşmerge ji navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hene.

Parlemanterekî ji hevpeymaniya Saîrûn (lîsta Muqteda Sedir) ku navê xwe aşkere nekir ji medyaya Iraqî re ragihand, di gelek waran de ew ligel partiyên sereke yên Kurdistanê PDK û YNKê hevnerîn bûn, lê belê xalên nakok di navbera wan de li ser Kerkûkê û vegera Pêşmerge ji navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê re bûn.

Di çend rojên bûrî de, ji bo pêkanîna mezintirîn koma parlemantoya Iraqê şandeke hevbeş a 4 aliyên siyasî yên Iraqê ku ji lîsta Saîrûn (Muqteda Sedir), Nesir (Heyder Ebadî), Hîkme (Emar Hekîm) û weteniye (Eyad Elawî) pêk hatibû serdana Herêma Kurdistanê kiribû û ligel PDK û YNKê û Serok Barzanî civiyabûn.

Malpera “Itihad” a Iraqê jî belav kir, endamên hevpeymaniya Saîrûn aşkere kirin ku wan navên Heyder Ebadî û Ebdilhusên Ebtan danîn pêş Kurd, ji bo wergirtina posta serokwezîrtiyê.

Berpirsên Kurd berê hîna ragihandibûn, wek Kurd hêla sor û vetoya wan li ser ti berbijêrekî nabe û her kesek bi mercên Kurd razî bibe û sozên xwe bicih bike, ewê piştevaniya wî bikin.

 

S. B