YNK: Ebadî nikare biryarê li ser Kerkûkê bide

Peyvdarê YNKê dibêje, gef li ser Kerkûk hene û ew hêzên li Kerkûkê ne jî, li dijî destûra Iraqê ye û tenê ji bo dirustkirina aloziyê li wî bajarî ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê YNKê dibêje, gef li ser Kerkûk hene û ew hêzên li Kerkûkê ne jî, li dijî destûra Iraqê ye û tenê ji bo dirustkirina aloziyê li wî bajarî ne.

Peyvdarê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Seidî Ehemd Pîre li ser helwesta Heyder Ebadî a li ser Kerkûkê de ji rojnamevanan re ragihand, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî nikare biryarê li ser Kerkûkê bide, belkû pêwendiya wê bi destûra Iraqê heye.

Da zanîn jî, YNKê bi PDKê re biryar dane ku komîtekê pêk bînin, ji bo asayîkirina rewşa Kerkûkê bi awayekî bratîkî û babeta parêzgar û babetên din jî yekalî dikin.

Got jî, gef li ser Kerkûkê hene, ne tenê bo Kurdistaniyan, belkû bo Iraqê jî. Ew hêzên li wir amadekirî ne ku aloziyan li nava Kerkûkê derxin û li dijî destûrê kar bikin.

Di du rojên bûrî de şandeke 4 aliyên siyasî yên Iraqî bo pêkanîna mezintirîn koma parlemantoya Iraqê serdana Herêma Kurdistanê kiribûn û ligel PDK û YNKê civiya bû.

Piştî wan civînan jî, parlemanterekî Hevpeymaniya Saîrûn aşkere kir, nakokiyên wan ên bi Kurd re li ser Kerkûk û pirsa vegera Pêşmerge ji navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bûn.

 

S. B