Amerîka li Cenêvê beşdarî gotûbêjên destûra Sûriyê dibe

Berpirsekî ji Wezareta Derve ya Amerîka got, Amerîka dê di gera Cenêvê ya bê de amade bibe û beşdarî danûstandinên derbarê destûra nû a Sûriyê de bibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsekî ji Wezareta Derve ya Amerîka got, Amerîka dê di gera Cenêvê ya bê de amade bibe û beşdarî danûstandinên derbarê destûra nû a Sûriyê de bibe.

Wî berpirsê Amerîkî got, Amerîka ji aliyê Nûnerê NY yê Taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura hatiye vexwandin ta beşdarî danûstandinên Cenêvê bibe, ku biryar e roja 14ê Îlonê de birêve biçe û Amerîka jî ew vexwandin qebûl kiriye.

Da zanîn jî, Nûnerê Amerîka yê Taybet bo Sûriyê James Jeffrey û Nûnerê Rêveberiya Amerîka yê taybet bo Sûriyê Joel Riborne dê beşdar bibin.

Ji aliyê xwe ve, Netewên Yekgirtî duh ragihand, her yek ji Amerîka, Brîtanya, Siûdiye, Almanya, Urdin, Fransa û Misrê ji bo gera Cenêvê ya roja 14ê Îlonê hatine vexwandin.

De Mistura got, ew dixwaze komîta destûrê ya Sûriyê ji nûnerên rêjîm û opozîsyona Sûriyê pêk bîne, berî civîna salane ya serokên cîhanê li Komela Giştî ya Netewên Yekgirtî, ku tê çaverêkirin di dawiya meha Îlona bê de li New Yorkê birêve biçe.

Biryar avakirina komîta destûra nû ya Sûriyê di Lûtkeya Sochi ya Rûsyayê de hat standin, rêjîma û Sûriyê 50 nav û opozîsyonê jî 50 nav bo wê komîtê pêşkêş kiribûn.

 

S. B