PDK: Hilbijartin di dema xwe de dibin

Civata Serkirdatî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê tekeziyê li ser birêveçûna hilbijartinan di dem a xwe ya diyarkirî de dike û daxwaz ji aliyan dike, amadekariyan ji bo birêveçûna wê proseyê bikin.

K-24 Navenda Nûçeyan

Civata Serkirdatî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê tekeziyê li ser birêveçûna hilbijartinan di dem a xwe ya diyarkirî de dike û daxwaz ji aliyan dike, amadekariyan ji bo birêveçûna wê proseyê bikin.

Civata Serkirdatî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê di daxûyaniyekê de belav kir ku, tu behane û hêcetên yasayî, siyasî, civakî û teknîkî ji bo paşxistin û encamnedan a hilbijartinan nîn e. Daxwaz ji hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê kir, amadekariyên pêwîst ji bo hilbijartinan bikin.

Di daxûyaniyê de herweha hatiye, ew digel Politburo ya Yekîtî liser projeyek hevbeş rêkeftin e, ku çawa digel aliyên din ên Iraqê danûstandinan bikin.

Tekez jî kir, wan dergehê xwe ji bo beşdariya hemû aliyên Kurdistanê vekirî hiştin e.

Amaje bi wê yekê kir, danûstandin digel aliyên Iraqî li ser prensîpên hevbeşî, hevkarî û hevsengiyê dibe.

 

 

C.B