Grûbên Opozîsyona Sûriyê 25 welatiyên Efrînê girtin

Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan ragihand, grûbên ser bi artêşa Tirkiyê ve li gundê Burc Heyder li Efrînê 25 hevwelatî girtin

K-24 Navenda Nûçeyan

Grûbên Opozîsyona Sûriyê 25 welatiyên Efrînê girtin.

Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan ragihand,  grûbên ser bi artêşa Tirkiyê ve li gundê Burc Heyder   li Efrînê 25 hevwelatî girtin.

Rewangehê da zanîn ku, ev helmeta girtinê piştî wê yekê hat ku, şer û pevçûn di navbera Yekîneyên Parastina Gel YPGê û wan grûban li nêzîkî wê deverê derketibû, ku du çekdarên opozîsyonê hatibûn kuştin.

Rêxistina navborî ev yek jî ragihand ku, di dema dawî de binpêkirinên beramber welatiyên sivîl ên Efrînê ji aliyê çekdarên opozîsyonê ve zêde bûn e.

 

 

C.B