Îran mûşekên balîstî radestî mîlîşyayên Şî'e li Iraqê dike

Çavdêrên serbazî didin xuyakirin, ku Îran bi vê gavê dixwaze Iraq weke mertal ji xwe re bikar bîne, dema ku Amerîka ya her welatekî din êrîşî Taranê bike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Ajansa Reutersê ji zimanê çend berpirsekî Iraqî û Îranî veguhestiye, ku di çend mehên derbasbûyî de, Îran mûşekên balîstî radestî mîlîşyayên Şî'e yên Iraqê kiriye, bêyî ku armanc ji vê pêngavê were zanîn û kargeheke  taybet ji bo çêkirina wan mûşekan li nav Iraqê hatiye vekirin.

Di rapora Reutersê de hatiye, heger Îran li ser bihêzkirina mîlîşyayên Şî`e li Iraqê berdewam be, wê nakokiyên di navbera wê û Amerîka de aloztir bibin.

Herwiha Reutersê ji hin jêderên taybet zanyarî wergirtiye û li gorî wan zanyariyan, Îran dixwaze ber xwe fireh bike û gellek pilan li ber destê wê hebin, dema ku êrîşî wê bê kirin.

Heman jêderan diyar kirin, ku Îranê bi dehan mûşekên balistî, ku dikarin bi dûriya 200 heya 700 kîlometran li armanca xwe bidin, radestî mîlîşyayên şî`e yên Iraqê kiriye û gotin: Heger pêwîst bibe, wê Taran hejmara wan mûşekan zêde bike.

Hat ragihandin, ku Îranê mûşekên ji corê Zilzal, Fetih – 110 û yên Zulfeqar ji mîlîşyayên Şî`e yên Iraqê re şandiye û heger ew mûşek li başûr û rojavayê Iraqê bên danîn, heger rojekê Iraq êrîşî Israîl yan Siûdiyê bike,  wê karibe bi wan mûşekan Tel Eviv û Riyadê bide.

Çavdêrên serbazî didin xuyakirin, ku Îran bi vê gavê dixwaze Iraq weke mertal ji xwe re bikar bîne, dema ku Amerîka ya her welatekî din êrîşî Taranê bike.

N.O