Amerîka bizavên nû ji bo çarekirina kirîza Sûryê dike

Wezareta derve ya Amerîka ragihand, ku nûnerê wê yê taybet bi pirsa Sûryê James Jeffrey, ji bo gotûbêjkirina rewşa Sûryê, wê serdana Israîl, Urdin û Tirkiyê bike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Nûnerê taybet ê Amerîka ji bo pirsa Sûryê, bi mebesta gotûbêjkirina rewşa Sûryê, dest bi gera xwe ya yekem li çend welatan dike.

Wezareta derve ya Amerîka ragihand, ku nûnerê wê yê taybet bi pirsa Sûryê James Jeffrey, ji bo gotûbêjkirina rewşa Sûryê, wê serdana Israîl, Urdin û Tirkiyê bike, ku biryar e rewşa Sûryê bi taybet pirsa Idlib û doseya çekên kîmawî û hebûna hêzên Îranî li Sûryê, li gel berpirsên wan welatan gotûbêj bike.

Li gorî daxuyaniyeke wezareta derve ya Amerîka, wê James Jeffrey ji wan welatan re tekez bike, heger hêzên rêjîma Sûryê çekên kîmawî bikar bînin, wê Amerîka bi tundî bersivê bide.

Biryar e gera Jeffrey, ji îro ve destpê bike û di 4ê vê mehê de, bidawî bê.

N.O