Nêçîrvan Barzanî: Karê me yê herî pêşîn li Bexdayê mafên Kurdistanê ye

Herwiha tekez kir, ku divê endamên firakisyona PDK li Bexdayê, bi tundî berevaniyê di ber mafên destûrî û rewa yên gelê Kurdistanê de bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (Nêçîrvan Barzanî) îro piştî nîvro li gel endamên firakisyona PDKê di Perlemana Iraqê de, civînek lidar xist.

Di civînê de Nêçîrvan Barzanî giringiya hebûna hêza Kurdan, herwiha pêwîstiya hêza PDKê li Bexdayê tekez kir û di vê derbarê de, piştevaniya serkirdatiya PDK ji wan endaman re daxuyakirin.

Herwiha tekez kir, ku divê endamên firakisyona PDK li Bexdayê, bi tundî berevaniyê di ber mafên destûrî û rewa yên gelê Kurdistanê de bikin.

Nêçîrvan Barzanî ji wan endaman xwest ku, serfiraziyê bi wê yekê bikin ku ew nûnerên partiyekê ne, ku li ser astê Iraqê xwediya pirtirîn kursiyên Perlemanî ne di Perlemana Iraqê de.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî ji firakisyona PDKê re nîşan da, ku di pêwendiyeke baş de bin û bibin sedema nêzîkkirina aliyan bi awayekî giştî û pêwendiyeke baş li gel hemû aliyên Iraqî bi hemû pêkhateyên netewî û olî ava bikin, bi taybetî jî di navbera aliyên Kurdistanî de.

N.O