Iraq ji pêkanîna hikûmeta nû nêzîk dibe
K24 – Navenda Nûçeyan
Her yek ji Bexda, Hewlêr û Silêmaniyê di heyama 48 demjimêrên bê de civîn û guftûgoyên bê navber dikin, ku armanc jê pêkanîna mezintirîn koma parlemantoya Iraqê û yekalîkirina postên serweriyê ne, di seriyê wan de jî posta Serokwezîriyê ye.
Ev guftûgo di demekê de ne, biryar e roja Duşemê 3ê Îlonê Parlemantoya Iraqê bicive. Tê pêşbînîkirin ji ber negihîştina aliyan bi encamekê, rûniştina parlemantoyê bê paşxistin û vekirî bimîne.
Di rûniştina yekem de, ku bi serokatiya parlemanterê herî temen mezin birêve biçe, tê de desteya nû ya Serokatiya Parlemantoyê ku ji Sekreter û 2 cîgiran pêk tê, tê hilbijartin.
Piştî wê proseyê jî, bi mezintirîn koma parlemantoyê tê hilpesartin ku berbijêrê Serokowezîriyê diyar bike û di dema 30 rojî de kapîneya xwe ya hikûmî rabigihîne. Lê ta niha ew yek dûr e, ji ber ku ta niha herdu camserên sereke (Muqteda Seder - Heyder Ebadî û Nûrî Malîkî – Hadî Amirî) nekarîne mezintirîn koma parlemantoyê pêk bînin, ta ku kursiyên parlemantoyê misoger bikin.
Di wê çarçovê de jî, duhî êvarê şanda hevbeş a PDK û YNKê bo guftûgokirina dawî hewlên siyasî yên ji bo pêkanîna hikûmet û mezintirîn koma parlemantoyê gihîşt Bexdayê û di destpêkê de ligel Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm civiya. Biryar e jî şanda hevbeş îro hejmarek hevdîtin û civîn ligel alî û hevpeymaniyan bike û daxwazên Kurd gotûbêj bikin.
Li gor raporteke “Navenda Rewabit” niha her yek ji Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî de Brett McGurk û Nûnerê Îranê Qasim Suleymanî cuda cuda bi aliyên Iraqî re dicivin.
Li gor medyayê, Amerîka piştgîriya hevpeymaniya Heyder Ebadî yê ku niha ligel Serokê Tevgera Sedir Muqteda Sedir û Hevpeymaniya Saîrûn hevpeymanî pêk aniye, dike.
Îran jî, piştevaniyê li Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malîkî dike, ku beşek mezin ji mîlîşyayên Heşda Şeibî di çarçova Hevpeymaniya Fetih a Amirî de kom bûne.
Di vê demê de, Brett McGurk di heyama du hefteyan de, 2 caran serdana Hewlêrê kir û duhî jî ligel Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm civiya. Di hemû civînan de jî tekezî li wê yekê kir, ku Washington piştevaniya aramiya Iraqê dike.
Ji aliyekî din ve, Muqteda Sedir duhî di twittekê de red kir vegerin ser pêkanîna hikûmeta pişkpişkîne û ragihand, “nabe vegerin çargoşeya yekem” heger bi wê awayî bibe, ew dibin opozîsyon û di parlemantoyê de rikberiya hikûmeta bê dikin.
Her çi dawî civînên Kurd ligel aliyên Sune bû, ku niha di çarçova Hevpeymaniya “Mihwerê Weteniye” de ne, lê xwe ji bo yek ji wan 2 cemserên sereke yekalî nekirine.
Aliyên Kurdî tekeziyê li wê yekê dikin, çi aliyek maf û daxwazên Kurd cibicî bike, ewê piştevaniya wî bin, daxwaza pêşiyê jî ew e asayîkirina rewşa Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê.
S. B