De Mistura bo Putin û Erdogan: Rê nedin operasyona Idlibê bibe

Nûnerê Netewên Yekbûyî yê taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura bang li her du serokên Tirkiyê û Rûsyayê kir, rê li ber karesata Idlibê bigrin û rê nedin operasyon li wir destpê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Netewên Yekbûyî yê taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura bang li her du  serokên Tirkiyê û Rûsyayê kir, rê li ber karesata Idlibê bigrin û rê nedin operasyon li wir destpê bike.

Di kongreyeke rojnamevanî de îro Nûnerê Neteweyên Yekbûyî taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura bang li Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin kir, karesata mirovî ya ku li navçeyên Heleb, Reqa û Xûteya Rojhelat rû daye, bila li Idilbê rûn ede.

De Mistura da zanîn, navê ji ber çend hezar terorîstên Cebhet el-Nusra 3 milyon welatiyên sivîl rastî karesatê bibin.

Ev daxuyaniya De Mistura di demekê de tê, Îro firokeyên cengî yên Rûsî êrîşî bingehên grûpên çekdarên opozisyona Sûryê li parêzgeha Idlibê kiribû.

Artêşa Sûriyê, ev serê mehekê ye, hêzên xwe li sînorê parêzgeha Idlibê kom dike, bi armanca ku dest bi operasyona Idlibê bike.

Her di vê çarçovê de jî, Serokê Amerîka Donald Trump hişyarî da Rûsya, Îran û Sûriyê û got, heger êrişî Idlibê bê kirin, tirsa wê heye bi sedan hezar kesên sivîl bên kuştin.

 

S. B