Hevpeymaniya Navdewletî binkeyên DAÎŞ li Qereçox bombebaran kir

Hevpeymaniya Navdewletî binkeyên DAÎŞê li Çiyayê Qereçox bombebaran kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevpeymaniya Navdewletî binkeyên DAÎŞê li Çiyayê Qereçox bombebaran kir.

Çavkaniyek serbazî ji Kurdistan24 re ragihand, firokeyên şerî yên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞ, 14 şikeftên DAIŞê li Çiyayê Qereçox ê bajarokê Mexmûr bombebaran kirin e û di encam de hejmarek pêgehên DAIŞê jinav birin e.

Çavkaniyê eşkere jî kiriye, Hevpeymanan êrîşa xwe li ser eniya şeş ya Mexmûr-Giwêr kirin e.

Berî demekê jî, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi hemahengî ligel Hêzên Hevpeymanan êrîşî pêgehên DAIŞ li devera Çiyayê Qereçox kiribû.

 

 

C.B