Li 30 gundên Colemêrgê qedexe hat ragihandin

Li 30 gundên bajarê Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê derketina derve hate qedexekirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li 30 gundên 3 navçeyên Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê derketina derve hate qedexekirin.

Parêzgeriya Colemêrgê da zanîn, di çarçoveya operasyonên dijî PKKê de 30 gundên ser bi bajarokên Şemzînan, Gever û Çelê wekî herêmên ewlekariyê yên leşkerî hatine ragihandin û nabe welatî bêdestûr serdana deverên qedexekirî bikin.

Li gor daxuyaniya parêzgariyê, dema qedexeyê sibe 6 Îlonê destpê dike û heta 20 Îlonê berdewam dike.

Tê çaverêkirin piştî ragihandina qedexeyê, artêşa Tirkiyê li wan deveran dest bi operasyonê bike.

Di 23ê Tîrmeha bûrî de jî Parêzgariya Colemêrgê ji bo 15 rojan li 30 gundên dikevin sînorê navçeya Gever, Şemzînan, Çelê û navenda bajêr qedexe ragihandibû.

 

S. B