Îran devera Biradost û Hacî Omeran topbaran dike

Topxaneya Îranê navçeyên sînorî yên devera Biradost û Hacî Omeran a Çomanê topbaran dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Topxaneya Îranê navçeyên sînorî yên deverên Biradost û Hacî Omeran ên Başûrê Kurdistanê topbaran dike.

Rêvebirê Şaredariya Sîdekan Îhsan Çelebî ji K24ê re ragihand, topxaneya komara Îranê zozanên Berbizîn, Benê, Ketîne û Binperêz ên devera Biradost topbaran dike.

Îhsan Çelebî amaje bi wê jî kir, topbaran ta niha berdewam e.

Hevdem jî, Rêvebirê Şaredariya Hacî Omeran a ser bi qezaya Çoman Ferzeng Ehmed ji K24ê re ragihand, topxaneya Îranê bi giranî zozanên Konerê, Geliyê Alan û Kêla Xezalan li sînorê her du gundên Gundejor û Alane topbaran dike.

Diyar kir jî, ew navçeyên ku têne topbarankirin, berî demekê xelkê jê bar kiribû.

Artêşa Tirkiyê ji dawiya Buharê ve li herêma Biradost li dijî PKKê operasyonan birêve dibe û bi vê armancê jî nêzîkî 30 K.M derbasî nav axa Başûrê Kurdistanê bûne.

 

S. B