Tirkiye hêzê dişîne deverên sînorî

Li ser sînorê Hatay û Îdlibê, liv û tevgerên hêzên Tirkiyê zêde bûn e. Li gor hin nûçeyan gelek kes ji Îdlibê bi pasan derbasî Tirkiyê dibin

K24 – Navenda Nûçeyan

Li ser sînorê Hatay û Îdlibê, liv û tevgerên hêzên Tirkiyê zêde bûn e. Li gor hin nûçeyan gelek kes ji Îdlibê bi pasan derbasî Tirkiyê dibin.

Ji gelek deverên Tirkiyê, ber bi sînorê Sûriyê hêz û alavên leşkerî tên şandin. Hêzên tên şandin li ser sînorê Îdlibê, jiber egera destpêkirina operasyona Artêşa Sûriye tên bicîhkirin.

Li aliyê din, hejmara kesên ji Îdlibê derbasî Tirkiyê jî dibin, zêde dibe. Hat destnîşankirin, bi pasan gelek kes ji deriyê sînorî derbasî Hatayê dibin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê dabû xuyakirin, eger li Îdlibê operasyon destpê bike, dibe ku ji 2 mîlyonan zêdetir kes berê xwe bidin Tirkiyê.

 

 

C.B