4 sal û 8 meh siza bo Demirtaş

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan HDPyê Selahattîn Demîrtaş bi 4 sal û 8 mehan hate sizakirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan HDPyê Selahattîn Demîrtaş bi 4 sal û 8 mehan hate cezakirin.

Selahattîn Demîrtaş û Parlementerê berê yê HDPyê Sirri Sûreyya Onder li Stenbolê Dadgeha Girtîgeha Sîlîvriyê hatin mehkemekirin. Demîrtaş bi riya SKYPyê beşdarê dozê bû lê Onder di salona dadgehê de cihê girt. Dadgeh bi tohmeta bangeşekirina PKKyê 4 sal û 8 meh cezaya zindanîkirinê da Selahattîn Demîrtaşî. Bi heman tohmetê 3 sal û nîv ceza jî da Sirri Sûreyya Onderî.

Hevserokê HDPyê nêzikê 2 sal in bi tohmeta endamtiya PKKyê zindanî ye.

 

 

C.B