Serok Barzanî pêşwaziya siyasetmedarên Sunne kir

Serok Barzanî li Pîrmam pêşewazî li şand a Gruba Projeya Ereb bi Serokatiya Hamis Hencer kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Barzanî li Pîrmam pêşewazî li şand a Gruba Projeya Ereb bi Serokatiya Hamis Hencer kir.

Di civînê de liser pêkanîna hukimeta nû ya Iraqê hate rawestandin. Bîr û ra û sekna aliyan hate gotûbêjkirin.

Di şand a Gruba Projeya Ereb de herweha Parlemeterên Sunne yên Parlementoya Iraqê jî cîh girtin.

Mijara rûdanên dawî li Iraqê û jiyandina zehmetiyên xizmetgûzariyê û çareseriya van pirsgîrêkan hate axaftin ûliser  pêwîstiya bilezkirina proseya pêkanîna hukimeta nû ya Iraqê hate rawestandin.

Herweha di civînê de hate destnîşankirin ku, daxwazên rewa yên xelkê Besreyê ji alî hukimeta Iraqê ve divê bên bicîhkirin.

 

 

C.B