Asayişê 2 endamên PYK – S girt

Hêzên Asayişê mala serkirdeyek Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriye li bajarokê Rmêlan dorpêç kirin û dû endamên wê Partiyê girtin

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Asayişê mala serkirdeyek Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriye li bajarokê Rmêlan dorpêç kirin û dû endamên wê Partiyê girtin.

Di daxûyaniyekê de Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ragihand, di dema ku hejmarek endamên Partiya Yekîtî ya Kurd li Suriye seredana mala serkirdeyê heman Partiyê Ferhan Mer'î li bajarokê Rmêlan kirin, ku neştergeriya qestera dil encam da bû, Hêzên Asayişê mala wî serkirdeyî dorpêç kirin û her dû endamên Komîteya Herêmî yên wê Partiyê Salih Mer'î û 'Erefat 'Ebdo girtin û ji bo cihekî nediyar birin. Herweha det danîn ser nasnameya endamek din ê heman Komîteyê.

ENKS di daxûyaniya xwe de, herweha vî karê Asayişê bi karek terorî ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD ve binav kir û daxwaz ji hêzên Kurdistanî, navdewletî û rêxistinên mafê mirovan kir ku, sînorekî ji wan karên li dijî yasa û prensîpên navdewletî û buhayên mirovahî re deynin.

 

 

C.B