Erdogan: Ji mirina dehan hezar kesan re bêdeng namînin

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan radigihîne, ew li Îdlîbê ji mirina dehan hezar kesan re bêdeng namînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan radigihîne, ew li Îdlîbê ji mirina dehan hezar kesan re bêdeng namînin.

Erdogan piştî Lûtkeya Tehranê, di derbarê pirsa Îdlibê û civîna xwe ya digel Îran û Rûsyayê hejmarek twitt belav kirin û da  zanîn, ji bo berjewendiyên Hikûmeta Sûriyeyê ew nabin hevpişkê kuştina dehan hezar kesan û ji mirina wan re bêdeng namînin.

Erdogan got jî, Divê pirsa Îdlibê di çarçoveya rêkeftina Astanayê de bêşer û alozî were çareserkirin û çareseriyeke siyasî ya dirêj were dîtin.

Duhî li Tehranê Lûtkeya Rûsya, Îran û Tirkiye birêve çû, di dawiyê de daxuyaniyek hevbeş a 12 xalî jî hate ragihandin, tê de tekezî li ser cudakirina teroristan ji sivîlan hate kirin.

 

S. B