Firokxaneya Besrayê bi mûşekan hat armanckirin

Medyaya Iraqê belav kirin, îro 4 mûşek li firokxaneya Besrayê ketin, ku konsolxaneya Amerîka tê de ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Medyaya Iraqê belav kirin, îro 4 mûşek li firokxaneya Besrayê ketin, ku konsolxaneya Amerîka tê de ye.

Jêderekî ewlehiyê ji medyaya Iraqê re ragihand, îro firokxaneya Besrayê bi 4 mûşekan hate armanckirin, bêyî ku ti zanyariyên din bide.

Ev çendîn roj in xwepêşandan li Besra berdewam in û di bîst û çar demjimêrên derbasbûyî de, xwepêşanderan çendîn avahiyên Hikûmî û bi dehan baregehên mîlîşyayên ser bi Îranê ve şewitandin.

Her duh jî ku xwepêşanderan navê “Îna Xezebê” li xwepêşanda bajarê Besre li başûrê Iraqê kirin û êrîşî konsolxaneya Komara Islamî ya Îranê kirin û şewitandin.

Ji aliyê xwe ve jî, Îranê jî daxwaz ji welatiyên xwe kiribû, bilez ji Besrayê derkevin.

Li gor Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê, di xwepêşandanên duhî de 3 kes hatin kuştin û zêdetir ji 50 kesên din jî birîndar bûn.

Her wê derbarê de jî, îro parlemanto Iraqê derbarê rewşa li Besrayê rûniştineke awarte encam dide.

 

S. B