Îro salvegera Koça Dawî ya Yilmaz Gûney e
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro salvegera Koça Dawî ya 34 mîn ê Qiralê Sînemayê Yilmaz Gûney e.
Bi gotina wî ew di sala 1937an de wekî kurê malbeteke kurd a hejar li bajarê Edeneyê jidayik bûye. Ji ber hejariyê neçar bûye di 9 salî ye xwe de bixebite. Di sala 1957an de Zanîngeha Stenbolê Beşa Aboriyê qezenç dike. Piştî 2 salan Derêhêner Atif Yilmazî nas dike û senaryoya fîlmên wî divisîne. Herwiha di wan fîlman de listîkvanî jî dike û bi vî awayî jiyana wî ya sînemayê destpê dike.
Di sala 1961an de bi hinceta di çîrokekî xwe de bangeşeya Komûnîzmê kiriye salek û nîv cezaya zindanîkirinê didin wî. Ji ber vê cezayê perwerdehiya xwe nîvço dihêle lê sînema berdewam dike.
Gûney pêştir di fîlmên mafyatîk de dileyize. Lê Cezakirina çîrokên wî, di naveroka sînemaya wî de jî gûhertinek mezin bi xwe re tîne û êdî berê xwe dide xem û pirsgirêkên civakî û jiyana çîna bindestan.
Gûney di sala 1971an de bi hinceta alîkariya Mahîr
Çayan û hevalên wî bi 2 salan tê cezakirin. Bi lêborîna giştî ya 1974an azad dibe. Lê salek derbas nabe Gûney careke din dikeve zindanê. Vê care jî bi kuştina dozgerekî tê tohmetberkirin û 19 sal ceza didin wî. Piştî 5 salan ji girtîgehê fîrar dike û diçe Fransayê.
Gûney di girtîgehê de 2 fîlmên bi navê YOL û Sûrû nivîsand ko behsa bindestiya kurdan û dagirkeriya Kurdistanê dike.
Fîlma Sûrû li bajarê Sêrtê, bajarokê Berwariyê di bin qûntara Çiyayê Herekolê hate çêkirin ko behsa jiyan pêwendiyên civakî yên kurdan û paşdehiştina Kurdistanê a ji aliyê dewletê ve dike.
Fîlma Yol jî di heman çarçoveyê de dagirkeriya Kurdistanê vedibêje û ev fîlm ji Yilmaz Gûney re xelata herî mezin anî. Qiralê Bêtac ê Sînemayê di sala 1982an de di Festîvala Fîlmên Cannesê de Xelata Palmiyeya Zêr wergirt ko mezintirîn xeleta Festîvalê ye.
Gûney dema xelata xwe wergirt bi axaftineke dîrokî banga Kurdistaneke Serbixwe û Yekgirtî kir.
``Em dixwazin bibin zarokên welatekî serbixwe û yekgirtî yên kurdan.
Em dixwazin bibin zarokên Kurdistanê.
Em dixwazin li ser axa xwe, bi zimanê xwe, stranên evînî û azadiyê bibêjin.
Em dixwazin cîhana xwe, axa xwe bi destên xwe bistrên û jinûve ava bikin.
Û em dixwazin ser axa xwe, bin ala xwe, azad û serbixwe bijîn.``
Lê ev neteweperwerê dilmezin û mîrê sînemayê di payîza sala 1984an de ji ber nexweşiya penceşêrê xatir ji me xwest. Ji her 4 parçeyên Kurdistanê û cîhanê rewşenbîr û siyasetmedar ew birin Goristana Parlaşeza Parîsê. Piştre li welatê xeribiyê Qasimlo, Şerefkendî û Ahmet Kaya bûn mêvanê wî. Piştî wî ti kes nekarî cihê wî bigre û taca wî bêxwedî ma. Lê doz û şerê wî bixwedî ye.
``Em dixwazin bibin zarokên welatekî serbixwe û yekgirtî yên kurdan.
Em dixwazin bibin zarokên Kurdistanê.
Em dixwazin li ser axa xwe, bi zimanê xwe, stranên evînî û azadiyê bibêjin.
Em dixwazin cîhana xwe, axa xwe bi destên xwe bistrên û jinûve ava bikin.
Û em dixwazin ser axa xwe, bin ala xwe, azad û serbixwe bijîn.``