HAK-PAR: Em rejîma Îranê ya hovane protesto dikin

Partiya Maf û Azadyan HAK-PAR êrîşa Komara Islamî ya Îranê ser bi baregehan HDK û PDK – Îranê bi tundî protesto kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Maf û Azadyan HAK-PAR êrîşa Komara Islamî ya Îranê ser bi baregehan HDK û PDK – Îranê bi tundî protesto kir. Daxûyaniyek arasteyî raya giştî kir ku kopyeyek gihand K24.

Ev naveroka daxûyaniyê ye:

EM REJÎMA ÎRANÊ YA HOVANÊ PROTESTO DIKIN.

Komara Îslamî ya Îranê tevî kampanyayên navneteweyî  Ramîn Hisên Penahî û xizmên wî; Zanyar Mûradî û Loqman Mûradî darde kirin.

Ev rejîma hovane ya antîdemokratîk îro jî li navçeya Koyê ya li Başûrê Kurdistanê bombe barand ser biryargehên PDK-Î û HDK'yê.

Li warên ku êrîşî kirin, gelek pêşmergeyên Rojhilata Kurdistanê ligel malbatên xwe dijîn.

Tê îdiakirin; gelek rayedarên Partiya Demoqrat a Kurdistanê (PDK-Î) jî gava êrîş dihate kirin li navçeyê bûne.

Partiya Demoqrat a Kurdistanê (PDK-Î) wekî hemû aliyên welatparêz ji bo partiya me HAK-PAR'ê dostekê gelek nêz .

Em wek Partiya Maf û Azadiyan ji bo kesên ku di êrîşê de birîndar bûnê şîfaye, ji bo şehîdên me jî sersaxiyê dixwazin.

Em ê her tim li pişt xwîşk û birayên xwe yên KDP-Î û HDK'yê bin.

Wek Partiya Maf û Azadiyan/HAK-PAR'ê em rejîma dagirker û hovanê ya Îranê protesto dikin.

Em pê bawer in ku ew rejîma li dijî mafên mirovan wê di demekê kin de hilweşe û dawîya xwe bîne.

08.09.2018

PARTIYA MAF Û AZADIYAN/HAK-PAR

OFÎSA ÇAPEMENIYÊ

 

 

C.B