Tirkiye hêzeke zêde ber bi sînorê Sûriyê ve birê kir

Artêşa Tirkiyê karwaneke leşkerî ya nû ber bi Kilîsê li nêzîkî sînorê Sûriyê birê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê karwaneke leşkerî ya nû ber bi Kilîsê li nêzîkî sînorê Sûriyê birê kir.

Ajansa “AA” belav kir, ew şandina wê hêza nû ber bi Kîlisê ve, ji bo bihêzkirina hêza ku berê li ser sînor hatiye bicihkirin e.

Da zanîn jî, ew karwana leşkerî ku bi barhilgirên leşkerî tê veguhastin tank, topxane, otombîlên leşkerî û alavên leşkerî li xwe digire.

Di dema dawî de û egera destpêkirina operasyona Idlibê ji aliyê Sûriye û Rûsyayê ve, artêşa Tirkiyê hêzeke zêde ber bi sînorê bi Sûriyê re dişîne.

 

S. B