Hêla esmanî ya Siûdiyê geştên xwe bo Hewlêrê dest pê dike

Kompanyaya hêla esmanî a Siûdiye ji roja 1ê Cotmeha bê ve geştên xwe rasterast bo Hewlêrê dest pê dike.

K24 –Navenda Nûçeyan

Kompanyaya hêla esmanî a Siûdiye ji roja 1ê Cotmeha bê ve geştên xwe rasterast bo Hewlêrê dest pê dike.

Kompanyaya Siûdî tevahiya amadekariyên xwe bo destpêkirina geştên xwe yên rasterast temam kirine û xizmeguzariya kirîna Ticket û diyarkirina nexşeya geştan danîne ber destan.

Li gor malpera fermî ya kompanyayê ya li ser tûra civakî “Twitter” heftane dê 3 geştên rasterast ji bajarê Cede ya Siûdî bo Hewlêrê hebin.

Siûdiye ji sala 2017an ve dest bi geştên xwe yên esmanî rasterat bo Iraqê kir, niha jî bi niyaz e geştên xwe rasterast bo Hewlêrê dest pê bike.

 

S. B