Tirkiye: Nêzîkê 300 hezar penaber li Sûryê vegeriyan e

K24 - Navenda Nûçeyan.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Silêman Soylu ragihand, ku nêzîkî 300 hezar penaber Sûrî, ji Tirkiyê vegeryane û li malên xwe bicih bûne.
Silêman Soylu bersiva pirsên rojnamevanan da û got: Di nav 2 salên dawî de nêzîkî 300 hezar penaber ji Tirkiyê vegeriyane welatê xwe.
Soylu got jî: Ji wan 160 hezar kes li Cerablus, Bab û Ezezê hatine akincîkirin û heger Sûrya aram bibe, wê zêdetir xelk vegerin welatê xwe.
Herwiha navhatî diyar kir, ku di sala 2015an de, rojane nêzîkî 7 hezar penaber ji Tirkiyê bi awayekî neyasayî derbasî Ewropayê dibûn. Lê niha ev hejmar daketiye 79 kesan.
N.O