CHP: Esed biser ket divê Erdogan danûstandinê bi re bike

CHPê derbarê rewşa Sûriyê de nexşerêyek pêşkêşî Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan kir û jê daxwaz kir ku dest bi danûstandinê bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

CHPê derbarê rewşa Sûriyê de nexşerêyek pêşkêşî Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan kir û jê daxwaz kir ku dest bi danûstandinê bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re bike.

Cîgirê Serokê CHPê Onal Şefik Oz di daxuyaniyekê derbarê pêşhateyên dawî yên rewşa Sûriyê ragihand ku, daxuyaniya dawiyê a Lûtkeya Tehranê a di navbera Erdogan, Putin û Rohanî de ti gerentiya agirbestê lixwe negirt, CHPê jî nexşerêyek ji 12 xalan pêk tê pêşkêşî Erdogan kir.

Ji nava wan xalan, bi serperiştiya Netewên Yekgirtî xelkê sivîl û grûpên miyanrew ji Idlibê bêne derxistin. Tirkiye daxwazê ji çekdaran bike ku çekê xwe danin. Idlib bo Tirkiyê pirseke ewlehiya netewî ye û divê bi Rûsya, Îranê û rêjîma Esed re kar bike, ji bo rêkeftina Edeneyê ya sala 1998an vejînin.

Ji aliyê xwe ve jî Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ragihand, tenha çareserî ji kirîza Sûriyê re danûstandina li gel Esed e, ji ber ku, Esed di şerê navxweyî yê welatê xwe de bi serket û danûstandina li gel di bejewendiya Tirkiyê de ye.

Herwiha Serokê CHPê da zanîn ku, pêwîst e Tirkiyê dev ji siyaseta dijayetiya Esed berde û pêwendiyê xwe derbarê kirîza bajarê Idlibê li gel bike.

 

S. B