Termê 3 Pêşmergeyan û welatiyekî serbirî hatin dîtin

Peyamnêrê K24ê li Germiyan da zanîn, şeva bûrî hejmarek ji çekdarên nenas 3 Pêşmerge û welatiyek ji gundê Yûsif Beg ê ser bi Xaneqînê ve revandin û şehîd kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê li Germiyan da zanîn, şeva bûrî hejmarek ji çekdarên nenas 3 Pêşmerge û welatiyek ji gundê Yûsif Beg ê ser bi Xaneqînê ve revandin û şehîd kirin.

Jêderekî ji polîsa Xaneqînê ku nexwast navê wî aşkere bibe ji K24ê re got: “Şeva bûrî 3 Pêşmerge û welatiyekî bi hev re ji aliyê grûpeke çekdar ve hatin revandin.”

Wî polîsî da zanîn jî, piştî lêgerîna polîsan li wan kesan, îro sibê termê her 3 Pêşmergeyan û wî welatî serbirî hatin dîtin, ku ji aliyê wan çekdaran ve hatibûn şehîdkirin.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an û vekişîna Pêşmerge ji navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, kuştin û revandina xelkê li wan navçeyan zêde bûye.

 

S. B