Tirkiyê fermana 'amade bin' da leşkerên xwe yên li Sûriyê

Piştî êrişa Rûsya û Sûriyê ya li ser Îdlibê, Tirkiyê fermana amade bin da leşkerên xwe yên li bakûrê Sûriyê û hêjmara leşkeran jî gihandiye 30 hezar leşkerî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî êrişa Rûsya û Sûriyê ya li ser Îdlibê, Tirkiyê fermana amade bin da leşkerên xwe yên li bakûrê Sûriyê û hêjmara leşkeran jî gihandiye 30 hezar leşkerî.

Li gor rojnameya “Yenîşafak” ya nêzî hikûmetê, artêşa Tirkiyê leşker û çekdarên opozîsyona Sûriyê yên li Efrîn, Ezaz, Cerblûs û Babê agehdar kiriye ku ji bo her egerekê amade bin.

Herwiha Tirkiyê di demên dawî de jî hejmara hêzên xwe ji tank û zirepûşan jî du qatan zêde kiriye.

Li gor zanyariyên Yenîşafakê hejmara leşkerên Tirkiyê yên li herêmên Mertala Firatê, Şaxa Zeytûnê û Îdlibê 30 hezar leşker derbas kiriye. Herwiha Tirkiyê li herêmên stratejîk jî mûşek û top bicihkiriye.

Artêşa Sûriyê amadekariyên destpêkirina operasyoneke leşkerî li dijî Idlibê dike, ji bo her egerekê jî Tirkiyê agehdarî daye 50 hezar çekdarên opozîsyona Sûriyê yên ku li herêmê ne.

 

S. B