Tirkiye gefa vekirina sînorên Ewropa li ber penaberan dike
K24 - Navenda Nûçeyan.
Berpirsên Tirkiyê gefa vekirina riya Ewropa li pêşya penaberên Sûrî dikin, heger welatên Ewropî bê helwest bimînin û rê li ber êrîşa rêjîmê li ser Idlibê negirin.
Serokê Desteya Alîkariya Mirovî ya Tirkiyê (Bulent Yildirim) tekez kir, ku pirsa Idlib ne tenê girêdayî Tirkiyê ye, ji ber ku pêwendiya wê bi welatên Yekîtiya Ewropa jî heye, heger Ewropa helwesta xwe li dijî operasyona Idlibê nede xuyakirin û kar ji bo rawestandina wê neke, wê Tirkiye binaçarî riya çûna Ewropa li pêşya penaberan veke.
Bulent Yildirim hişyarî derbarê berdewamiya amadekariyên serbazî li dijî Idlibê da û got: Pêşbînî heye, bi sedema operasyona ser Idlibê, nêzîkî yek milyon penaber berê xwe bidin Tirkiyê û ew êrîşên ezmanî ku niha li dijî Idlibê tên kirin, berûvajî bingehên navdewletî ne.
Ev yek di demekê de ye, jêderên serbazî Sûrî didin xuyakirin, ku gellek amadekarî ji bo operasyona Idlibê hatine kirin.
N.O