Tehran gefa êrîşê li Herêma Kurdistanê dixwe

Serokerkanê Îranê Mihemed Husên Baqirî ragihand, pêwîst e Iraqê wan berpirên ku êrîşî ser pasewanên sînorî yên Îranê dikin, radestî Îranê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokerkanê Îranê Mihemed Husên Baqirî ragihand, pêwîst e Iraqê wan berpirên ku êrîşî ser pasewanên sînorî yên Îranê dikin, radestî Îranê bike.

Di daxuyaniyeke rojnamevanî de Serokerkanê Îranê tekez kir, pêwîst e Herêma Kurdistanê û Iraqê wan berpirên ku êrîşî ser pasewanên sînorî yên Îranê dikin, radestî Îranê bike.

Li gor kenala Dîcle ya Iraqî, Mihemed Husên Baqirî gefa wê yekê xwariye, heger partiyên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên xwe ranewestîne, ew bêgûman bi mûşekên zêdetir êrîşî Herêma Kurdistanê dikin.

Roja 8ê vê mehê Îranê bi 7 mûşekan êrîşî baregehên her du partiyên demokrat ên Rojhilatê Kurdistanê HDK û HDK-Î li Koyê kir û di encamê de zêdetir ji 50 kesî bûn qurbanî.

 

S. B