"Besra nêzîkî şerê navxwe ye"

Washington Post: Mîlîşyayan ragihandin, ku ew amade ne çekdarên xwe li nav kolanên Besra belav bikin û tundiyê beramberî xwepêşanderan bikar bînin, êlên Besra jî gefa bersivdanê kirine.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Li gorî raporeke rojnameya Washington Post a Amerîkî, nakokiyên parêzgeha Besra, wê di demeke dahatî de zêdetir bibin û ber bi rûbirûbûna çekdarî diçe.

Washington Post nivîsiye: Tiştê ku rewşa Besra xirabtir dike, daxuyaniya wan mîlîşyayên Şî`e ye, ku têde Amerîka û Siûdiye bi arastekirina xwepêşanderan tometbar dikin.

Di wê daxuyaniyê de, wan mîlîşyayan ragihandin, ku ew amade ne çekdarên xwe li nav kolanên Besra belav bikin û tundiyê beramberî xwepêşanderan bikar bînin.

Di beramberî vê yekê de jî, êlên bihêz li parêzgeha Besera gefa wê yekê kirine, ku ji bo parastina xwepêşanderan çekan bikar bînin.

Li gorî rojnameya (Washington Post), niha hêzên emnî yên Iraqê rastî kêşeyan hatine, heger bitundî serederiyê li gel xwepêşanderan bikin, debe ku ev yek rê li ber rakirina çekan ji aliyê êlên Besra ve xweş bike.

Li gorî dawîn zanyarî derbarê rewşa meydanî li wê parêzgehê, hêzên emnî û serbazî yên Iraqê dest bi operasyonekê ji bo desteserkirina çalakvan û xwepêşanderên Besra kirine.

N.O