Welatên Erebî li cihê petrolê girîng didin kerta geştyariyê

Netewên Yekgirtî: Di sala 2017an, nêzîkî 80 milyon geştiyar serdana welatên Erebî kirine û nêzîkî 78 milyar Dolar li bazarên Erebî xerc kirine.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Kerta geştiyaryê li ser astê welatên Erebî, bûye cihê giringiyek mezin, piştî kerta petrolê, ku bi rêjeyeka mezin beşdariyê di dahata niştimanî û bilindkirina astê jiyana welatiyan û geşkirina bazaran de dike.

Li gorî dawîn raporên taybet bi vî warî, hejmara geştiyaran ji bo welatên Erebî di sala 2017an de, bi awayekî balkêş bilind bûye.

Rêxistina Geştiyariya Cîhanî ya ser bi Netewên Yekgitrî ve, di raporekê   de ragihand, ku sala 2017an, nêzîkî 80 milyon geştiyar serdana welatên Erebî kirine û nêzîkî 78 milyar Dolar li bazarên Erebî xerc kirine.

Raporê diyar kir, ku ew rêje bi taybetî li Şahnişîna Siûdiyê bilind bûye, ku di sala 2017an de, beramber salên din gellekî hatina geştyaran zêde bûye û nêzîkî 16 milyon geştyar û serdankir, ku piraniya wan ji bo merasîmên hecê, serdana wî welatî kirine.

Heman rapora Netwên Yekgirtî da xuyakirin, ku hejmara geştyaran, ên ku serdana welatên Erebî yên Rojhilata Navîn kirine, 58.1 milyon geştyar e û yên ku serdana welatên Erebî li bakûrê Efrîqiya kirine 21.7 milyon e û bi vê yekê hejmara giştî nêzîkî 80 milyon geştyar derdikeve.

N.O