Erdogan û Putin ji bo Idlibê dicivin

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin îro ji bo rewşa Idlibê hevdu dibînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin îro ji bo rewşa Idlibê hevdu dibînin.

Serokatiya Rûsyayê belav kir, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan îro li bajarê Sochi ya Rûsyayê derbarê mijarên rewşa Idlibê û pêwendiyên her du welatan de bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re dicive.

Ev yek di demekê de ye, Erdogan di vegera xwe ji Azerbaycanê de bi rojnamevanan re axivî û da xuyakirin, ew nikarin li hember rewşa Îdlibê bêdeng bimînin û ewê di serdana xwe ya Rûsyayê de bi Putîn re ser mijarê biaxive.

Erdogan got, niha li Sûriyê dewleta terorê heye û li Îdlibê jî dixwazin li hember grupên terorê pêkve têkoşîn bikin. Lê got jî, ew nebin sedemê bombebarana sivîlan, divê rewşa agirbestê li deverê bê parastin.

Da zanîn, niha axa Sûriyê ji hêla gelek dewletan ve hatiye parvekirin, hinekan 22 binke, hinekan jî 5 binke hene.  Armanca Tirkiyê ew e ku destûr bê amadekirin, hilbijartinên demokratîk bên encamdan û hêzên kîjan dewletan li wê derê hene hemû pêkve vekişin.

Erdogan got, ew rejîma Sûriyê nas nakin û ser banga xelkê wê derê çûne Sûriyê û niha li Sûriyê gefa herî mezin YPG ye.

Her li ser rewşa Idlibê, roja 7ê vê mehê Erdogan, Putin û Rohanî li Tehranê di lûtkeyên de civiyabûn, lê negihîştibûn ti rêkeftinekê.

  

S. B