Fadil Mîranî: Me ji YNKê re gotiye PDK postê serokatiya Iraqê dixwaze

Derbarê berbijarkirina wî ji bo Serokatiya Iraqê, Mîranî diyar kir, ku heya niha ji aliyê PDK ve tiştek ji wî re nehatiye gotin û sîviya xwe jî, ji bo vê pirsê amade nekiriye.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Sikirtêrê Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê (Fadil Mîranî), ji beşê Kurdî yê Radyoya Dengê Amerîka re got: Tevî ku em li gel YNK bi yek pirojeyî dişin Bexdayê, lê heger rêketin di nav me de nebe, wê berbijarê me jî ji bo postê serokatiya Iraqê hebe.

Derbarê berbijarkirina wî ji bo Serokatiya Iraqê, Mîranî diyar kir, ku heya niha ji aliyê PDK ve tiştek ji wî re nehatiye gotin û sîviya xwe jî, ji bo vê pirsê amade nekiriye.

Mîranî eşkere kir, ku ji berî du mehan ve, wan ji YNKê re gotiye, ku PDK postê Serokatiya Iraqê dixwaze, lê YNK wê demê ew pirs bi ciddî wernegirt û got: Di baweriya YNK de, ku em bazarê bi wan re dikin.

Herwiha Sikirtêrê Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê tekez kir, ku eger ew bibe serokê Iraqê, ew "muxesesatên" xwe wernagire û tiştê destûr dibêje wê bicî bike û got: Wek nimûne, li ser referanduma ku hat kirin, gellek fişar li Kurdan hat kirin, ger ez serok bama, minê dest jikar kişandiba û vegeriyama Hewlêr û ezê pirojeyasayan li gorî destûrê ji Perleman re bişînim, desthilatên xwe bicî bikim, ji ber ku desthilat li Iraqê, ji Serokatiya Komarê û ya Hikûmetê û ya Dadê pêk tê, neku li cihê xwe rûnêm û bêjim tişt di destê min de tine ye, ez vê serokatiyê naxwazim.

N.O