Li Nemsa berpirsên Amerîkî û Îranî şerê gotinan kirin

K24 - Navenda Nûçeyan.
Amerîka û Îran di dîdara Ajansa Enerciya Etomî ya Navdewletî de, li Viyena, çend daxuyaniyên dijî hev dan, ev jî di demekê de ye, dema sepandina beşê diwem ê sizayên Amerîkî li ser Îranê nêzîk bûye.
Serokê Rêxistina Enerciya Etomî ya Îranê Elî Ekber Salihî, di dema pêşkêşkirina gotarekê de, li Viyena got: Vekişyana Amerîka ji Rêketina Etomî, bandoreke mezin li ser aramî û ewlehiya Rojhilata Navîn çêdike.
Elî Ekber Salihî rexne li Welatên Ewropî kir, ji ber ku bi gotina wî: Wan welatan gavên pêwîst neavêtine daku wê rêketinê biparêzin.
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Enerciya Amerîka, bersiva daxuyaniyên Salihî da û got: Rêketina Etomî nikarî bû, rê li ber çalakiyên etomî yên Îranê bigire.
Herwiha Wezîrê Enerciya Amerîka, Îranî bi têkdana aramiya Rojhilata Navîn û bitaybet li Sûrya û Yemenê tometbar kir.
N.O