Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Swêdê kir

K24 Navenda Nûçeyan
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî destnîşankir ku, ji bo ku her kes Iraq wekî welatê xwe bibîne, divê tu pêkhate neyê izole kirin.
Mesrûr Barzanî, îro li Hewlêrê ligel balyozê Swêdê li Iraqê Pontus Melander hevdîtinek lidar xist.
De hevdîtinê de hilbijartinên Kurdistanê û pêvajoya siyasî ya Iraqê hatin nirxandin. Mesrûr Barzanî anî ziman ku, siyaset divê liser binameya balans, lihevhatinê û hevbeşiya rasteqîne şikl bigre û ji bo ku her kes xwe xwediyê welat bibîne, dive tu alî û pêkhate neyê izole kirin.
Balyozê Swêdê ji aliyê xwe ve kêfxweşiya xwe ji seredana Kurdistanê anî ziman û diyarkir ku, Kurd li Swêdê pêkhateyek girîng a civatî ne û hevgûnciyek civatî di her warî de pêkanîn e.
Melander got ku, ew li Iraqê piştgiriya sistemek bihêz û beşdariyek pirralî dikin. Herweha pêkanîna xizmetên bîngehîn ji bo welatiyan bi girîng zanî.
Babetek din a hevdîtinê, pêşxistina pêwendiyên Kurdistan û Swêdê bû.
C.B